Derbarê me

Bi Xêr Hatin bo Koerdische Volks Stichting


Koerdische Volks Stichting rêxistineke civakî û çandî ye ku li Rotterdamê dixebite. Em gelek salan e ji bo xurtkirina civaka Kurd, parastina mîrata çandî û teşwîqkirina beşdarbûna çalak a di nav di civaka Hollandayê de kar dikin.


Waqfa me ji bo afirandina cîhekê hate damezrandin ku mirov dikarin li hev werin, piştgirîya hev bikin û bi hev re pêşve biçin. Bi rêya çalakiyên çandî, perwerdehî û civakî em mirovan li hev tînin û alîkariya avakirina civakeke bihêz û vekirî dikin.


Armanca Me


Em bawer dikin ku her kes xwedî maf e ku beşdarî jiyana civakî bibe. Ji ber vê yekê em piştgirîya yekbûna civakî, pêşketina kesane, guherîna çandî û derfetên wekhev dikin.


Armanca me avakirina pireyan di navbera civaka Kurdî û civaka Hollandî de ye. Em entegrasyon, beşdarbûn û têgihiştina hevdu teşwîq dikin û di heman demê de rêzê ji cihêbûna çandî û nasnameya kesan re digirin.


Em Çi Dikin?

Kursên zimanê Kurdî

Dersên saz û muzîkê

Komên govenda Kurdî

Çalakiyên çandî û perwerdehî

Çalakiyên ciwanan

Civînên agahdarkirinê

Şêwirmendî û alîkarî ji bo penaber û nûhatîyan

Çalakiyên ku civaka me teşwîqî entegrasyon û beşdarbûna civakî dikin



Her çend wakfa me bi alikariya endamên aidatdayî xwe didomîne jî bandora me bi endaman re sînordar nîne û ji wê pir mezintir e. Em ji bo civaka Kurd ya Rotterdam, Vlaardingen û Schiedamê dixebitin û xwe digihînin bi hezaran kesan.


Ji bo gelek kesan vakfa me cîhek ewledar e ku li wir dikarin piştgirî, şêwirmendî, çalakiyên çandî û têkiliyên civakî bibînin.


Hevkarî û Têkilî


Em bawer dikin ku civakên bihêz bi hevkariyê û rêzgirtina hevdu ava dibin. Ji ber vê yekê em ji bo hevkariyê bi şaredariyan, dibistanan, rêxistinên civakî û saziyên din re vekirî ne.


Em bi hev re dixebitin da ku civakekê ava bikin ku her kes xwe pêşwazîkirî hîs bike û bikaribe bi awayekî çalak beşdar bibe.


Pêşeroja Me


Koerdische Volks Stichting dixwaze di salên bê de wekî rêxistinek vekirî, tevkar û civakî pêşve biçe. Em dê bi berdewamî di warên ciwan, çand, perwerdehî, entegrasyon û pêşxistina civakê de kar bikin.


Bi hev re em pêşerojekê ava dikin û bawer dikin ku çand mirovan nêzîkî hev dike û divê her kes derfeta pêşketinê hebe.